Şaredariya Çilaxayê xebatên xwe didomîne

Şaredariya Gel a Çilaxayê gelek proje pêk anîn. Ji projeyên sereke yên ku hatine pêkanîn; ronîkirina rêyan, firehkirina torên avê û yên kanalîzasyonê û danîna peykerê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan e.

Şaredariya Çilaxayê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Çilaxayê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Çilaxayê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Çilaxayê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Çilaxayê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Çilaxayê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Çilaxayê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Çilaxayê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Çilaxayê xebatên xwe didomîne
10 nîsan, 2024   02:35
QAMIŞLO
BENSA ŞEMO

Şaredariya Gel a Çilaxayê ya kantona Cizîrê xizmetên xwe didomîne. Şaredariyê ji bo ku li nêrîn û pêşniyarên şêniyan guhdar bike, rêzecivîn ji komînan re li dar xistin. 

Di çarçoveya pêkanîna pêşniyarên de, şaredariyê ji sedî 90 xebatên nûkirina xetên kanalîzasyonê yên li taxa Xesan Kenefanî ya navenda navçeyê bi dawî kiriye. Şaredariyê bi budçeya 17 hezar dolar amerîkî bi dirêjahiya hezar metreyî xetên kanalîzasyonê nû kirin.

Şaredariyê ji bo birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê jî peyarêyek bi dirêjahiya 2 kîlometreyan çêkir. Xebatên boyaxkirina peyarêyê dewam dikin.

Têkildarî projeyên avê jî, Beşa Avê ya Şaredariya Gel li gundê Emarat ê rojhilatê navenda navçeyê xeteke avê bi dirêjiya 600 metreyî çêkir û bi vê yekê pirsgirêka avê çareser kir.

Ji destpêka îsal ve, Şaredariya Gel a Çilaxayê projeya ronîkirina rêyan didomîne. Şaredariyê çira li kolanên giştî danîne.

PEYKERÊ PIRTÛKÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN

Şaredariya navçeyê peykerekî pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li rojavayê navçeyê danî. Peyker 3 cildên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ên Şaristaniya Kapîtalîst, Sosyolojiya Azadiyê û Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniya Kapîtalîst û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk dinimîne.

Her wiha pirtûkeke vekirî heye ku tê de beşeke biçûk a analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser hevjiyana azad, di neteweya demokratîk de pergala xweparastinê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan jî tên nîşandan.