Li Tebqayê 18 dikan tên avakirin
Şaredariya Gel a Tebqayê ji bo peydakirina derfetên kar ji welatiyan re û pêşxistina aboriyê 18 dikanan ava dike.
Şaredariya Gel a Kantona Tebqayê bi armanca peydakirina derfetên kar ji welatiyan re û ji bo pêşxistina qada aborî, dest bi avakirina 18 dikanan kiriye. Her dikanek 480 metredam e li şûna avahiya kevn a dadgehê ya li taxa Ewel a Tebqayê tên avakirin.
Şaredariya Gel bi rakirina kavilên avahiya kevn a dadgehê, dest bi xebatên avakirina sûkê kiriye.
Hevserokê Şaredariya Gel a Tebqayê Elî El Taha diyar kir ku projeya avakirina dikanan 1’ê Nîsanê dest pê kir û got: "Proje ji avakirina 18 dikanên bazirganiyê pêk tê.”
Elî El Taha destnîşan kir ku dê piştî cejna Remezanê xebatên avakirina dikanan dewam bikin û proje dê di nava salekê de bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca me ji vê projeyê ew e ku derfetên kar ji şêniyan re peyda bikin, qerebalixa li sûkan kêm bibe û rewşa aborî ya herêmê geş bibe."
(bb)
ANHA