Şandeyek QSDˊê û Wezareta Parastinê hevdîtin kir

Şandeyek ji fermandarên QSDˊê û fermandarên Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Şamê hevdîtin kir.

Şandeyek QSDˊê û Wezareta Parastinê hevdîtin kir
23 sibat, 2026   00:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Şamê di navbera fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û fermandarên Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hevdîtinek hat kirin.

Di hevdîtinê de endamên Fermandariya Giştî ya QSDˊê û Yekîneyên Parastina Jinan ji Çiya Kobanê, Sîpan Hemo û Sariya Efrîn amade bûn.

Ji aliyê Wezareta Parastinê ya hikuemta demkî ve jî Serfermandarê Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî lîwa Elî Nasan, hejmarek ji fermandarên Wezareta Parastinê amade bûn.

(fr)