Şandeya Şîrketa Petrolê û Şîrketa HKN Energy gihîşte Qamişloyê

Şandeyeke Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê û Şîrketa HKN Energy ji bo gera li hejmareke tesîsên petrolê yên li herêma Rimêlanê, gihîşte Qamişloyê.

Şandeya Şîrketa Petrolê û Şîrketa HKN Energy gihîşte Qamişloyê
Şandeya Şîrketa Petrolê û Şîrketa HKN Energy gihîşte Qamişloyê
Şandeya Şîrketa Petrolê û Şîrketa HKN Energy gihîşte Qamişloyê
Şandeya Şîrketa Petrolê û Şîrketa HKN Energy gihîşte Qamişloyê
4 tebax, 2026   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke bi serokatiya serokê Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê Yûsif Qeblawî û serokê rêveber ê Şîrketa HKN Energy gihîştin Qamişloyê.

Tê payîn ku bi armanca dîtina çawaniya meşandina xebatê li hejmareke deverên petrolê û gazê, şande li Rimêlanê çavdêriya yekîneyên hilberandina petrolê û tesîsên gazê bike.

Hat diyarkirin ku dê şande têkildarî xebatên petrol û gazê di dema pêş de civîneke çapemeniyê li dar bixe.

(sb)