Parêzgarê Hesekê bi rêveberê giştî yê Rêveberiya Kar û Barên Aqaran re civiya

Parêzgarê Hesekê bi rêveberê giştî yê Kar û Barên Aqaran ê Sûriyeyê mekanîzmaya entegrekirina rêveberiyê û pêşxistina pergala wê ya rêxistinî gotûbêj kir.

Parêzgarê Hesekê bi rêveberê giştî yê Rêveberiya Kar û Barên Aqaran re civiya
4 tebax, 2026   12:38
HESEKÊ

Îro parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya rêveberê giştî yê Rêveberiya Giştî ya Kar û Barên Aqaran a Sûriyeyê Ebdulkerîm Îdrîs kir.

Her du alî li avahiya parêzgehê, bi amadebûna endamê komîteya entegrasyonê ya Rêveberiya Xweser Hesen Şaro re civînek li dar xist.

Di civînê de mekanîzmaya entegrekirina rêveberiyê û rêyên pêşxistina pergala wê ya rêxistinî bi awayekî ku bibe alîkar ji bo zêdekirina kargeriya karê wê û baştirkirina xizmetguzariyan, hatin gotûbêjkirin.

(k)

ANHA