Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Rojnews’ê kir

Şandeya ku ji parlamenterên DEM Partiyê û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir pêk dihat, ji bo rojnamevan Azîz Koyluoglu yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, çû serdana navenda Rojnews’ê.

Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Rojnews’ê kir
18 sibat, 2025   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Şandeya ji Bakurê Kurdistanê bi armanca sersaxiyê serdana navenda ajansa Rojnews a li Silêmaniyê kir.

Şande ji Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û Parlamentera DEM Partî Gulcan Kaçmaz Sayyîgît pêkhat.

Li ser navê şandeyê Keskîn Bayindir sersaxî ji xebatkarên ragihandina azad a li Başûrê Kurdistan û parçeyên din ên Kurdistanê re xwest. Bayindir got: “Em piştrast in ku wê ragihandina azad şehîdbûna rêhevalên xwe bike prensîba karên xwe û baştir rastiyan ragihînin.”

Her wiha Bayindir îşaret bi rol û giringiya karê ragihandina azad kir û got: “Ragihandina azad di hemû demên zehmet de hewldanên xwe yên ji bo ragihandina rastiyan û mijarên netewî berdewam kiriye.”