Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Em ji mafên xwe nayên xwarê

Partiya Sûriyeya Pêşerojê di civîneke li bajarê Til Birakê de diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê bi yekitiya neteweyî û hişyariya gel pêk tê ev peyam da "Em ji maf û destkeftiyên ku bi saya fedakariyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin nayên xwarê.”

Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Em ji mafên xwe nayên xwarê
Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Em ji mafên xwe nayên xwarê
Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Em ji mafên xwe nayên xwarê
18 sibat, 2025   16:03
HESEKÊ

Ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawîn ên siyasî yên li Sûriyeyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê îro li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê civîneke gel li dar xist. Şênî û rûspiyên bajêr û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Cahid Hesen axivî û geşedanên siyasî nirxandin. Hesen der barê planên dewleta Tirk a dagirker de ku dixwaze kontrola xwe li ser deshtilatdariya Şamê ferz bike, hişyarî da û diyar kir ku armancên dewleta Tirk ew e ku projeya xwe ya dagikeriyê pêk bîne û di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de tevliheviyan çêke.

Hesen her wiha tekez kir ku ew wek partî piştevaniya her destpêşxeriyekê dikin ku bibe sedema rawestandina rijandina xwîna sûriyeyiyan û bidawîkirina krîza Sûriyeyê. Her wiha got: "Em wek Partiya Sûriyeya Pêşerojê, piştgiriyê didin çareseriyên ku dadmendî û wekheviyê misoger dikin, lê eger hewldanek ji bo paşguhkirina pêkhateyên herêmê hebe em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Hesen destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadî û aramiyê bi hezaran şehîd dane û fedakariya wan dê vala neçe. Her wiha berxwedana gel û hêzên leşkerî yên li bendava Tişrînê û hemû eniyên şer bilind nirxand û tekez kir ku sekna gelêrî û leşkerî ew e keleha asê ye li hember her planên êrişkar.

Di dawiya civînê de beşdarên civînê nêrîn û pirsên xwe der barê siberoja herêmê de anîn ziman.

(k)