Rûsyayê gundewarê Lazîqiyê, çeteyan jî noqeteyên hêzên Şamê hedef girtin

Balafirên şer ên Rûsyayê herêma Cebiliya ya gundewarê Lazîqiyê bombebaran kir. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî noqteyên hêzên Şamê yên li nêzî heman herêmê hedef girtin.

Rûsyayê gundewarê Lazîqiyê, çeteyan jî noqeteyên hêzên Şamê hedef girtin
23 cotmeh, 2023   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê li herêma Cebiliye ya li girên El Kebîne ya li gundewarê Lazîqiyê 5 êrişên hewayî pêk anîne.

Li derdora Til Teşo ya li bakurê Lazîqiyê jî endamekî hêzên hikumeta Şamê bi guleyên çeteyên El Fetih El Mûbîn hat kuştin.

Çeteyan her wiha noqteyên leşkerî yên hêzên Şamê yên li derdora El Cub El Ehmer û El Kebîne yên bakurê Lazîqiyê bi hawanan topbaran kirin.

(c)