Li Şedadê merasîma oxirkirina 2 şehîdên QSD`ê

Cenazeyên du şehîdên QSD`ê li Pakrewangeha Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê bi merasîmekê hatin oxirkirin.

23 cotmeh, 2023   15:59
HESEKÊ

Bi dehan endamên saziyên herêmê, Rêveberiya Xweser û Meclisa Leşkerî ya Şedadê beşdarî merasîmê bûn.

Şervanên QSD`ê Mihemed Yûsif El Mihemed (Qeyser) û Mihemed Kerîm El Elo (Kawa) 21`ê Cotmehê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianîn, li bajarokê Mergede şehîd bibûn.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê û torana leşkerî dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên şehîdan a navçeya Şedadê Elaa El Selûm axivî. El Selûm bal kişand ser fedakariyên şehîdan di oxira parastina ewlehiya herêmê de nîşan dane û diyar kir ku dê hevrê û malbatên şehîdan têkoşîna wan bidomînin.

El Selûm bal kişand ser taybetiyên şehîd Qeyser û şehîd Kawa û anî ziman ku wan bi baweriyeke xurt têkoşîna xwe di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de meşandin.

Piştî axaftinê wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşmeyan de hatin defnkirin.

(c)

ANHA