Rûsya 93 balafirên Ukraynayê li herêmên cuda rûxandin

Wezareta Parastinê yê Rûsyayê ragihand ku di şeva çûyî de pergala parastina hewayî ya Rûsyayê 93 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li herêmên cuda yên Rûsyayê xistine xwarê.

Rûsya 93 balafirên Ukraynayê li herêmên cuda rûxandin
20 tîrmeh, 2025   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastnê ya Rûsyayê îro, ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî di şeva berê de 93 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistine xwarê.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku di şeva berê de, saet ji 23:30ˊan bi dema Moskovê, heta 07:00ˊan sibehê, pergala wê ya parastina hewayî 93 balafirên bêmirov ên Ukraynayê rûxandine."

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji wan balafirên hatine xistine; 38 balafir li asîmanê Bryansk û 19 balafir li asîmanê herêma Moskovê bûn.

11 balafir li herêma Kaluga, 8 li herêma Tula, 5 li herêma Oriol û 5 balafirên din jî li herêma Nizhny Novgorod hatin xistin.

Wezaretê aşkera kir ku 3 balafirên bêmirov jî li asîmanê Deryaya Reş, 2 balafir li asîmanê herêma Kursk, balafirek li asîmanê Belgorod û yek din jî li herêma Ryazan, hatin xistin. 

(fr)