Rûsya: 2 bajarokên Ukraynayê hatin kontrokirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên  wan li herêma Donetskê ya rojhilatê Ukraynayê 2 bajarok kontrol kirine.

Rûsya: 2 bajarokên Ukraynayê hatin kontrokirin
19 adar, 2026   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Rûsyayê li herêma Donetskê 2 bajarok kontrol kirine.

Wezaretê daxuyand ku hêzên wê gihaştine bajarokên Pavlovka û Fedorovka yên Donetskê  û destnîşan kir ku yekîneyên ji Koma Başûr û hêzên din beşdarî operasyonan bûne.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rûsyayê li deverên cûda yên Donetskê pozîsyonên nû ava kirine û operasyonên hedefgirtinê li dijî hêzên Ukraynayê pêk anîne. Hate diyarkirin di encama operasyonan de qurbanî û windahiyên madî yên hêzên Ukraynayê çêbûne.

Wezaretê her wiha ragihand ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di heman wextê de 6 mûşek û 365 dronên Ukraynayê asteng kirine.

(bb)