Rûspiyên Holê: Em piştgiriyê didin ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ

Rûspiyên Holê piştgiriya xwe ji ˊOperasyona Mırovî û Ewlehiyêˊ re ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSDˊê û YPJˊê li Holê daye destpêkirin, nîşan da.

Rûspiyên Holê: Em piştgiriyê didin ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ
2 sibat, 2024   04:38
HESEKÊ

Rûspiyên Holê ya Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê destpêkirina qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de di 27ˊê Çileyê de ji ajansa me re axivîn û piştgiriya xwe nîşan da.

Şêxê eşîra Xewatine Mihemed Ebod El Sultan axivî û wiha got: "Em rûspî û şêxên eşîrên navçeya Holê bi giştî û şêxên eşîra Xewatine bi taybet piştgirî û desteka xwe ji ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ re ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê daye destpêkirin, nîşan didin. Ji ber ku ew hewl didin ewlehî û îstîqrarê li herêmê pêk bînin, bi taybet li kampê ku êdî mayîna li ber teqînê ye."

Li aliyekî din jî rûspiya eşîra Xewatine Hemîd El Receb axivî û wiha got: "Em rûspiyên eşîra Xewatine û eşîrên li herêmê heyî nûçe û agahiyên dawîn ên ji Kampa Holê tên dişopînin. Ji lew re em piştgiriyê didin operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn, da ku kamp were paqijkirin, çavkaniyên terorê werin ziwakirin. Ji ber ku ev kamp ji kampên herî xeternak li herêmê ye ku tê de malbatên DAIŞˊê yên terorîst hene."

(fr)

ANHA