Encamnameya civîna salê ya Desteya Rêveberiyên Xwecih hat aşkerakirin

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe ya salê de destnîşan kir ku projeya kişandina avê ji bo Hesekê didome. Her wiha qanûneke girêdayî şaredariyan û hin qanûnên din erê kirin.

Encamnameya civîna salê ya Desteya Rêveberiyên Xwecih hat aşkerakirin
1 sibat, 2024   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Rêveberiya Xweser da zanîn ku Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salê bi beşdariya Desteya Seroketiyê ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û hevseroketiyên deste û komîteyên Rêveberiya Herêmî yên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Di civînê de rewşa siyasî, rêxistinî û rêveberî ya deste û komîteyên Rêveberiya Xweser û zehmetiyên di sala 2023'yan de hatin nîqaşkirin.

Di civînê de bendên hevpeymana civakî û makanîzmeya pêkanîna wan û projeyên girîng ên Desteya Rêveberiyên Herêmî, yên deste û komîteyên Rêveberiya Herêmî hatin nîqaşkirin, mîna projeyên; qîrkirina rêyan û pînekirinê, sererastkirina piran, danîna rîgaran, kanalîzasyon û amadekirina tor û stasyonên avê.

ENCAMNAMEYA CIVÎNÊ

Di dawiya civînê de Desteya Rêveberiyên Herêmî destnîşan kir ku projeya kişandina avê ji başûrê Amûdê ji bo Hesekê didome. Her wiha ku qanûneke aborî ya girêdayî şaredariyan hat derxistin, perwerdeyên meslekî ji bo karmendên desteyê hatin vekirin, sotemeniya şaredariyan hat zêdekirin.

Di encamnameyê de para şaredariyan a bacan li gor bucdeyê hat diyarkirin, qanûnek fermî ya Rêveberiya Herêmî hat derxistin û destek ji bo projeya kişandina avê ji Firatê bo Hesekê hat dayîn, budceya projeya kişandina avê ji bendava Tişrînê bo Minbicê hat veqetandin, qanûnek taybet a şaredariyan hat erêkirin û sîstemeke dîjîtal ji bo tevahî şaredariyan hat çalakkirin.

(mh)