Rojnameyên erebî cih dan serdana El Şeri bo Koşka Spî û hilbijartinên Iraqê 

Şîrovekaran da zanîn ku armanca serdana El Şeri bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ew bû ku rewatiya xwe ya navxweyî û navneteweyî xurt bike, piştgiriya siyasî û aborî bi dest bixe û cazeyan rake. Hate gotin, hilbijartinên parlamento yê Iraqê hevrikiya li ser desthilatdariya siyasî li Bexdayê di navbera Tehran û Washingtonê de nîşan dide.

Rojnameyên erebî cih dan serdana El Şeri bo Koşka Spî û hilbijartinên Iraqê 
11 mijdar, 2025   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de hevdîtina serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri bi Serokê DYA`yê Donald Trump re li Koşka Spî, her wiha hilbijartinên parlamentoya Iraqê û bandorên wan ên herêmî nivîsîn

LÊÇÛN Û QEZENCÊN PÊŞWAZÎKIRINA EL ŞERI LI KOŞKA SPÎ

Rojnameya El Quds El Erebî serdana El Şeri wekî hewldaneke ji bo xurtkirina rewatiya xwe ya navxweyî û navneteweyî, rakirina cezayên DYA`ye û navneteweyî yên li ser rejîma xwe, her wiha bi destxistina piştgiriya siyasî û aborî ya ku dê desthilatdariya wî di serdema piştî Esed de xurt bike, bi nav kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku "El Şeri, di berdêla wê de, dê şertên tund ên Amerîkayê pêk bîne. Ji wan şertan jî qutkirina têkiliyên bi mîrata cîhadîst re, tevlîbûna koalîsyona li dijî-terorê û şerê li dijî komên tundrew di nav axa Sûriyeyê de. "

Li gorî rojnameyê, "hevdîtina El Şeri bi Trump re dibe ku buhayekî giran bide ser Sûriyeyê, dikare Sûriyeyê veguherîne qadeke ji bo dabeşkirina bandora navneteweyî û şirketên derveyî sînor. Lê her gelê Sûriyeyê dê ji vê dîmena nû ya vebûnê dûr be."

HIZBULLAH Û GEFÊN ŞER ÊN ÎSRAÎLÊ: SEBRA AMERÎKAYÊ NEMA

Rojnameya El Mudun serdana El Şeri wekî guherînek siyasî ya mezin li herêmê nirxand û destnîşan kir ku ji dema serxwebûna Sûriyeyê ve, yekem serdana serokkomarekî Sûriyeyê ji bo Koşka Spî ye. Rojnameyê diyar kir ku ev tevger nîşan dide ku Sûriyeyê nêzîkatiya xwe ya kevneşopî guertiye û  ber bi vebûna ji bo hêzên rojava ve diçe. Rojnameyê ev guhrîn berwirdî rewşa Lubnanê kir û rexne li rola Hizbullahê kir ku Lubnan veguherandiye welatekî têkçûyî ku nikare biryarên xwe yên navneteweyî bi cîh bîne.

Her wiha rojnameyê bal kişand ser zextên zêde yên DYA û Îsraîlê yên li ser Beyrûtê û îhtîmala  Îsraîl ronîya kesk bistîne ku operasyonên xwe yên leşkerî li başûr ji nû ve dest pê bike, wek beşek ji plana Trump a ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê û pêkanîna aramiya Lubnanê.

GIRÎNGIYA HILBIJARTINÊN IRAQÊ

Rojnameya El Bayan ku cih da hilbijartinên parlamentoyê, da zanîn ku ne tenê erkekî navxweyî ye, lê rewşa pevçûn û nakokiyên herêmî û navneteweyî yên li ser biryardana siyasî li Bexdayê nîşan didin.

Rojnameyê bal kişand ser sê navendên sereke yên ku bandorê li avakirina hikûmetê û destnîşankirina serokwezîr dikin: Necef, Tehran û Washington.

Li gorî rojnameyê, hatina Trump ser desthilatê û dan û standinên nukleerî yên rawestiyayî bi Tehranê re bandorek neyînî li lihevatinên berê yên di derbarê Iraqê de kiriye, nemaze di vê demê de ku Washingtonê bêtir guh dide rola Bexdayê.

(k)