Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bi ser bajarokekî de girt

Hêzên Îsraîlê ketin bajarokê Cebata Xeşeb ê gundewarê bakurê Quneytîrayê û malên xelkê kontrol kirin.

Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bi ser bajarokekî de girt
11 mijdar, 2025   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku nêzî 50 leşkerên Îsraîlê bi 4 erebeyên leşkerî ketin bajarokê Cebata Xeşeb ê bakurê Quneytîrayê.

SOHR’ê diyar kir ku leşkerên derbasî bajarokê bûne, bi ser malan de girtin û kontrol kirin.

Hate zanîn ku hemwextî ketina leşkeran a nava bajarokê balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan.

 Duh jî hêzên Îsraîlê 7 maşîneyên giran tevî beldozeran derbasî gundewarê başûrê Quneytîrayê bûn û li rojavayê gundê Hanûtê bendên axî danîn.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hemberî liv û tevgerên Îsraîlê yên di axa Sûriyeyê tu helwest nîşan nedaye.

(bb)