Rojnameyan Erebî li ser veguherîna li Sûriyeyê û gotûbêja siyasî li Iraqê nivîsîn

Şîrovekaran dan zanîn ku tenê yek bebijêrk li pêşiya serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, Ehmed El Şari heye, ew ew e ku xwe bispêre Amarîkayê da ku desthilatdariya xwe li hundirê welêt xurt bike û rejîma xwe rewa bike. Li Iraqê jî mjara forma herî buncaw ji bo rêvebirina welat tê gotûbêjkirin.

Rojnameyan Erebî li ser veguherîna li Sûriyeyê û gotûbêja siyasî li Iraqê nivîsîn
12 mijdar, 2025   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yê îro, li ser veguherîna siyasî ya Sûriyeyê piştî serdana Ehmed El Şari ya Washingtonê, û gotûbêjên li ser fortma herî guncaw bo rêvebirina Îraqê, nivîsîn.

SERDEMA EHMED EL ŞARI LI WASHINGTONÊ DEST PÊ DIKE

Rojnameya El Ereb a li Londonê nivîsand ku El Şari serdemek dirêj a dûrketina di navbera Sûriyeyê û Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) de bi dawî kir. Her du rejîmên berê ev dûrketin wek hincet bikar anîn da ku desthilatdariya xwe li hundirê welêt xurt bikin.

Li gorî rojnameyê, Ehmed El Şari niha ji bo xurtkirina desthilata xwe ya navxweyî û rewatiya navneteweyî ji bo rejîma xwe, neçar e ku xwe bispêre hevpeymaniya DYA`ê. Rojname destnîşan dike ku ev bijarte pir girîng e ji bo pêşîgirtina hilweşîna Sûriyeyê an jî ketina wê di bin kontrola Îsraîlê de.

Rojname nivîsî ku serkeftina El Şari bi karîna wî ya avakirina pergalek neteweyî ya bê mezheb ve girêdayî ye. Ango karibe mîrata zordariya ku rejîma Esed li dijî piraniya Sunnî pêk anî bi dawî bike û têkiliyek hevseng bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê re ava bike.

Rojnameya El Xelîc, nivîsî ku civîna lûtkeyê ya di navbera Serokê DYA`ê Donald Trump û Ehmed El Şari di şert û mercên herêmî û navneteweyî yên awarte û hesas de pêk hat.  Rojnameyê nivîsî ku piştî salên dirêj ên dûrketinê, her du alî hewceyî formeke nû ya têkilyan e. ji ber ku hilweşîna rejîmê li Şamê derfetek zêrîn derxist da ku rewşa herêmê, bi taybet a li Sûriyeyê, ji nû ve were nirxandin.

SISTEMEKE PARLAMENTOYÎ AN SEROKATÎ?

Rojnameya Elaf, di raporekê de, behsa botûja li Iraqê ya di derbarê şêweya herî guncaw a hikûmetê - parlemanî an serokatî, kir. Rojnameyê destnîşan kir ku ceribandinên siyasî yên li pey hev ji sala 2003`an ve nekarîne ti guhertinek rastîn di rewşa welêt de çêbikin.

Rojnameyê wia nivîsî, "Li Iraqê, me her şêweyeke rêveberiyê ceriband: lihevkirin, desthilatdariya piraniyê, yekîtiya neteweyî… û her carê, encam her yek e: komîteyek tê avakirin, û wezîrekî bê kar tê erdar dikirin, her tim ji gel dibêje ku rewş baş e, lê di rastiyê de her tişt hildiweşe."

Rojnameyê tekez kir ku bingeha pirsgirêkê ne di xwezaya pergala siyasî de ye, lê di kesên ku wê birêve dibin de ye, û îdia kir ku Iraq ne hewce ye ku celebê pergalê biguhezîne, lê ew qas hewce ye ku hişmendiya xwe ya siyasî ji nû ve çalak bike.

(k)