Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quneytrayê û tevgera şêniyan asteng kir

Hêzên Îsraîlê ketin gundê Rasim El Qeta yê li gundewarê başûrê Quneytrayê û xaleke kontrolê ya leşkerî danîn.

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quneytrayê û tevgera şêniyan asteng kir
12 mijdar, 2025   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê ketin gundê Rasim El Qeta yê li gundewarê başûrê Quneytrayê, xaleke kontrolê ya leşkerî li herêmê danîn û rê li ber tevgera şêniyan girtin.

Şêniyên herêmê diyar kirin ku xala kontrolê ya leşkerî tevgera wesayîtan û sivîlan rawestandiye.