Riyadê ji bo peymana nuklerî hişriyarî da Îranê
Riyadê hişyarî da Tehranê him li ser derengxistina danûstandinên rêkeftina nuklerî ya bi Washingtonê re, him jî li ser metirsiya êrişa Israîlî eger danûstandin bi ser nekevin. Ev hişyarî di dema serdana veşartî ya wezîrê berevaniya Erebistana Siûdî bo paytexta Îranê hat.

Wezîrê Berevaniyê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman meha borî peyameke zelal ji rayedarên Îranê re yên li Tehranê şandibû.
Di peyamê de hatibû xwestin ku pêşniyara Serokê Amerika Donald Trump ji bo gotûbêja rêkeftina nuklerî qebûl bikin, ji ber ev dikare rê li ber metirsiya şer bi Îsraîlê re digire.
Li gorî du çavkaniyên Kendavê yên nêzîkî hikûmetê û rayedarên Îranê, Qralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz kurê xwe Xalid şandiye ku hişyariyê bide rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî.
Heman çavkaniyan eşkere kirin ku Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pezeşkiyan, Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Baqirî û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di civîna 17ê Nîsanê ya li avahiya Serokomariyê ya Tehranê de amade bûn.
Tevî ku dezgehên ragihandinê behsa serdana Xalid Bin Selman bo Tehranê kir jî, naveroka peyama veşartî ya Qral Selman beriya niha nehatibû eşkerekirin.
Her çar çavkaniyan ragihandin ku Qral Xalid di dewra yekem a Trump de balyozê Erebistana Siûdî li Waşingtonê bû, hişyarî da rayedarên Îranê ku sebra Serokê Amerîkayê ji bo dirêjkirina gotûbêjan nema ye.
Trump berî hefteyekê ji nişka ve ragihandibû ku ew bi Îranê re rasterast danûstandinan dike.
Her wiha Trump ev daxuyanî bi amadebûna serokwezîrê Israîlî Benjamin Netanyahu dabû, ku çûbû Waşîngtonê bi hêvîya ku Amerîka piştgitiyê bide Îaraîlê ji bo destpêkirina êrîşên li ser navendên nuklerî yên Îranê.
Her çar çavkaniyan diyar kirin ku Xalid Bin Selman komek ji rayedarên payebilind ên Îranê agahdar kiriye ku tîma Trump dixwaze bilez bigihêje rêkeftinekê û gotiye ku demek nêzîk de dê pencereya dîplomasiyê were girtin.
Her du jêderên Kendavê diyar kirin ku Wezîrê Berevaniyê yê Erebistana Siûdî wiha got: baştir e bi Amerîkayê re lihevkirinek çêbibe, ji ber ev danûstandin têk biçe, wê egera êrîşeke Israîlê hebe.
Her du jêderên Kendavê û dîplomatekî biyanî yê payebilind di dawiyê de wiha gotin: Xalid Bin Selman tekez kir ku herêm ji ber pevçûnên vê dawiyê yên li Xezayê û Lubnanê ji hev perçe bûye, nikare barê zêdebûna aloziyên din hilgire.
(ac/k)
ANHA