6  hezar pakêtên xwarinê ber bi perava Sûriyeyê ve hatin şandin

Karwanekî nû yê alîkariyên mirovî ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi herêmên perava Sûriyeyê ve bi rê ket. Di karwanê de 6 hezar pakêtên xwarinê û alîkariyên mirovî hene ku çaverê ye berî Cejna Qurbanê werin belavkirin.

6  hezar pakêtên xwarinê ber bi perava Sûriyeyê ve hatin şandin
6  hezar pakêtên xwarinê ber bi perava Sûriyeyê ve hatin şandin
6  hezar pakêtên xwarinê ber bi perava Sûriyeyê ve hatin şandin
6  hezar pakêtên xwarinê ber bi perava Sûriyeyê ve hatin şandin
6  hezar pakêtên xwarinê ber bi perava Sûriyeyê ve hatin şandin
6  hezar pakêtên xwarinê ber bi perava Sûriyeyê ve hatin şandin
6  hezar pakêtên xwarinê ber bi perava Sûriyeyê ve hatin şandin
30 gulan, 2025   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Alîkarî û Geşedanê ya Mezopotamyayê bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karwanê 3'yemîn ê alîkariyên mirovî ji bajarê Tebqayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi herêmên perava Sûriyeyê ve şandin.

Di karwanî de 6 hezar pakêtên xwarinê hene û çaverê ye sibe karwan ji bajarê Reqayê derkeve û ber bi herêmên peravê ve biçe.

Ji Adara îsal ve ev karwanê 3'yemîn ê alîkariyên mirovî ye ya ku ji herêmê ber bi peravê ve tê şandin.

Di meha Adara borî de bi însiyatîfa gelê herêmê, Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser karwanê 1'emîn ku ji alîkariyên mirovî pêk dihat ber bi peravê ve hat şandin. Di karwanê de 6 hezar pakêtên xwarinê, 2 hezar û 500 pakêtên madeyên paqijkeriyê û 350 ton arvan hebû.

Di 19'ê Gulanê de jî Komeleya Alîkarî û Geşedanê ya Mezopotamyayê bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser karwanê 2'yemîn ji bo peravê şandin û di 25'ê heman mehê de li gundewarê bajarê Laziqiyê hat belavkirin. Di karwan de hezar û 500 pakêtên xwarinê hebûn.

Ji 7 heta 10'ê Adarê komkujî û binpêkirinên giran li dijî şêniyên perava Sûriyeyê hatin pêkanîn. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hijmara kesên ku hatine kuştin û navên wan belgekirî ne hezar û 676 kes in.

(mh)

ANHA