Rêxistina Sara qetilkirina 2 jinên ciwan şermezar kir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya  li ser Jinan qetilkirina 2 jinên ciwan li Helebê bi tundî şermezar kir û banga hesabpirsînê kir.

Rêxistina Sara qetilkirina 2 jinên ciwan şermezar kir
7 kanûn, 2025   14:39
HELEB

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya  li ser Jinan îro li ber navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, der barê kuştina 2 jinên ciwan li Helebê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berdewamkirina van sûcan gefê li hevgirtina civakê dixwe û jinan bi hincetên "adet û kevneşopiyan" dike armanca kuştinê.

Rêxistinê destnîşan kir ku hin alî hewl didin ku kaos û bêaramiya li Sûriyeyê bikar bînin da ku mafê jiyanê yê jinan binpê bikin. Rêxistinê da zanîn ku şert û mercên dijwar ên li herêmê bûne sedema xirabûna şert û mercên jiyan û civakê.

Rêxistina Sara kuştina 2 jinên ciwan li Helebê bi tundî şermezar kir û doza lêpirsîneke cidî kir.

Rêxistinê bang li hemû jinan kir ku hêza xwe bikin yek û dengê xwe li dijî tundiyê bi hemû awayên wê bilind bikin.

(k)

ANHA