PYD'ê li Minbicê bi kongreyekê rêveberiya xwe ya bajêr diyar kir

Rêxistina PYDˊê ya kantona Minbicê bi kongreyekê rêveberiya xwe ya bajêr diyar kir.

24 tebax 2024   18:13
MINBIC

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Kantona Minbicê bi diruşma ˊRêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî, demokratîk û azad eˊ kongreya xwe ya yekemîn li dar xist. Di kongreyê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, desteyên girêdayî wê, partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê-Jin, Meclisa Leşkerî ya Babê, xet û meclisên sivîl, endamên Meclisa Giştî ya PYDˊê beşdar bûn. Kongre li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hat organîzekirin.

Di kongreyê de endamê Meclisa Giştî ya PYDˊê Ebdulhadî Ehmed axivî û got: "Di nav êrişên li ser herêmê de, hewldana derxistina fitne û aloziyan ev kongre tê lidarxistin. PYDˊê ji destpêka krîza Sûriyeyê ve roleke erênî di parastina civakê de dilîze."

Ehmed wiha domand: "Helwestên pêkhateyên herêmê pîroz in. Ji ber ku li dijî hemû hewldanên derxistina fitne û derbekirina ewlehiya herêmê û îstîqrara herêmê, zulm û desthilatê sekinîn. Li ser vê bingehê şoreşa me şoreşeke civakî ye."

Dûre endamê Tevgera Ciwanên Eşîran a Kantona Minbicê Hisên El Maşî perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê projeya neteweya demokratîk de xwendin.

Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Mihemed axivî û got: "Em di qonaxeke girîng a têkoşînê re derbas dibin. Hîna jî gelek astengî hene û pêdivî bi xebatên zêde hene ku destkeftî werin parastin."

Dûre beşdaran nîqaş kir. Her wiha ji bo hevserokatiya Nivîsgeha PYDˊê ya kantonê Meha El Hac Elî û Xidir Mihemed hatin hilbijartin.

Kongre bi encamnameyan bi dawî bû û wiha ye:

Meş û çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan werin lidarxistin, panel li ser fikir û felsefeya neteweya demokratîk werin organîzekirin, ji bo xwendina parêznameyên Rêbertî kom werin avakirin, cihê nivîsgehê were guhartin ku têkilî hêsan bin, komîteyên rêxistinkirinê werin aktîvkirin ku xeleka partiyê were firehkirin, komîteyên jinan û ciwanan werin destekkirin û aktîvkirin, civînên girse ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî bi awayekî dorveger werin lidarxistin, serdanên tevahî beşên civakê werin zêdekirin, rola têkiliyên civakî di nava tevahî civakê de ji bo belavkirina çanda şerê gel ê şoreşgerî, piştgiriya hêzên leşkerî were aktîvkirin, tevahî endam û rêveber di perwerdeyên vekirî û girtî re derbas bin, dewreyên perwerdê ji endamên PYDˊê re werin zêdekirin, kadroyên partiyên werin amadekirin, komîteyên perwerdê ji kesên dikarin dersan bidin werin avakirin.

(fr)

ANHA