Pêşangeha 9ˊemîn a hunera şêwekariyê hat vekirin

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi diruşma ˊLi ser ritma rengên Sûriyêˊ pêşangeha salane ya 9ˊemîn a hunera şêwekariyê vekir.

24 tebax, 2024   17:20
REQA

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Erd El Seîde yê Reqayê bi diruşma ˊLi ser ritma rengên Sûriyêˊ pêşangeha salane ya 9ˊemîn a hunera şêwekariyê vekir.

Di pêşangehê de 80 hunermend ji tevahî bajarên Sûriyeyê û kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nêzî 100 tabloyan beşdar bûn. Li ser wan tabloyan qonaxên krîza Sûriyeyê, geşbûn û pêşketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine xêzkirin.

Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên El Osman û Evîn Siwêd, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, hevserokên Desteya Çand û Şûnwaran Serfiraz Şerîf û Merhef El Fehed beşdarî pêşangehê bûn.

Piştî vekirina deriyê pêşangehê, cîgirê hevserokatiya Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrail Şamûn bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em her sal mîna îro bi vekirina pêşangeha hunera şêwekariyê ya li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya tevahî hunermendên ji bajarên Sûriyeyê pîroz dikin."

Serfiraz Şerîf vekirina pêşangehê pîroz kir û got: "Ez bawer im ku çand û huner tevahî giyanan di bin kona welat de kom dikin."

Dûre hunermendê şêwekar Muhened Elaedîn ê ji Lazqiyê spasiya Desteya Çand û Şûnwaran kir ku derfet daye wî ku beşdar be.

Beşdaran li tevahî pêşangehê geriyan û her hunermendek tabloya xwe şîrove kir.

Ev pêşangeha yekemîn e ku tevahî hunermendên şêwekar ên ji bajarên Sûriyeyê li hev kom dike.

(fr)

ANHA