Rêveberiya Xweser betlaneya Cejna Qurbanê diyar kir

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê biryarnameya bi hejmara /21/ a betlaneya cejnê derxist.

Rêveberiya Xweser betlaneya Cejna Qurbanê diyar kir
12 hezîran, 2024   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Cejna Qurbanê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev biryarname derxist û wiha ye:

"Hemû dezgeh û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja şemiyê (15.06.2024ˊan) heta roja çarşemê (19.06.2024ˊan) dikin betlane.

Saziyên karên wan berdewamê dixwazin ne betlane ye.

Ev biryarname li gorî dîroka hatiye diyarkirin dikeve pratîkê."

(fr)