Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê civîna salê li dar xist

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê civîna xwe ya salê li herêma Meamil li dar xist. Di civînê de rewşa rêxistinî, siyasî û zehmetiyên li pêşiya kombûnê hatin nîqaşkirin.

12 hezîran, 2024   17:46
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya sale li hola Meclsia Sivîl a herêma Meamil a Dêrazorê li dar xist. Di civînê de nûnerên Komîteya Jinan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û nûnerên jinan ên meclisên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Di serî de perspektîf ji aliyê rêvebera Desteya Giştî ya meclisê Şehrezad Casim ve hatin xwendin.

Piştre rêvebera Koordînasyona Jinan Xîtam El Salih li ser rewşa rêxistinî û xebatên par axivî.

Piştre sînevîzyonek der barê xebatên meclisê mîna hemleya li dijî metirsiyên narkotîkê, hemleya li dijî zewicandina zarokan û ya li dijî metirsiyên internetê, hat pêşkêşkirin.

Beşdaran li ser zehmetî û astengiyên ku par li pêşiya kombûnê derketine nîqaş kir.

Di dawiya civînê de encamnameyek hat dayîn:

Bilindkirina asta têkoşînê û rizgarkirina jinan ji hişmendiya baviksalariyê, destekdayîna projeyên aborî yên jinan, pênasekirina Meclisa Kombûna a Jinan a Zenûbiya li dibistanan, perwerdekirina jinên Dêrazorê, zêdekirina protesto û daxuyaniyên ji bo banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, zêdekirina hemle û civînên li malan ji bo perwerdekirina jinan û xebitîna wan di projeyên jinan de.

(mh)

ANHA