Rêveberiya kantona Firatê êrişên li dijî taxên Helebê şermezar kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê êrişên komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ên di nava hêzên hikumeta demkî de yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê şermezar kirin û diyar kir ku ew "bi dil û can bi gelê wan taxan re ne."

Rêveberiya kantona Firatê êrişên li dijî taxên Helebê şermezar kirin
7 ÇILE, 2026   12:14
KOBANÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hikumeta demkî de yên  li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de şermezar kirin.

Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê, parêzer Mistefa Mislim li pêş navenda Meclisa Gelan a Demokratîk a bajêr bi amadebûna nûnerên ji meclisên Rêveberiya Xweser û endamên Meclisa Gelan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dijminane yên ku komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ên di nava hêzên hikumeta demkî de ne li dijî taxên Şêxmeqûs, Eşrefiyê û Benî Zêd hatin şermezarkirin. Di encama van êrişan de 7 kes şehîd bûn û 49 kes jî birîndar bûn. Ev rageşiya xeternak zirarê digihîne ewlehî û aramiya herêmê.

Hat diyarkirin ku armanc ji van êrişên dubare û bêserûber xwesteka hikumeta demkî ya berdewama bêîstîqrariyê û kaosê li Sûriyeyê nîşan dide û hewl dide herêmê bikişîne nava şer.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji mafê gelê taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd e ku di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva van êrişan bidin, her wiha bang li gelê xwe dikin ku li kêleka vê berxwedanê bin û helwestên xwe li hember van êrişan nîşan bidin, beriya ku rewşa li herêmê diteqe. Divê bi rêya diyalog û danûstandinan nakokî werin çareserkirin ku bikeve xizmetî xak û gelê Sûriyeyê.

(fr)

ANHA