Êrişên komên çete dewam dikin; 3 kes birîndar bûn

Di êrişên berdewam ên komên çete yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê de 3 welatî birîndar bûn.

Êrişên komên çete dewam dikin; 3 kes birîndar bûn
Êrişên komên çete dewam dikin; 3 kes birîndar bûn
Êrişên komên çete dewam dikin; 3 kes birîndar bûn
7 ÇILE, 2026   12:13
HELEB

Komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê didomînin, di encamê de 3 welatî di topbarana bêserûber de birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne; Mihemed Hemade (50), Cûdî Salih Seydo (23) û Ebduezîz Ednan Îbiş (26).

Bi van 3 birîndaran re hejmara giştî birîndaran bû 52 kes, şehîd jî 7 kes in.

Êriş û topbaranên komên çete yên Emşat, Hemzat, Sutlan Murad û Nûredîn Zenkî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û di nava hêzên hikumeta demkî de ne, li dijî taxên Helebê, dewam dikin.

(fr)