Qubris û Yewnanistan: Pêşniyara Tirkiyeyê ya nexşekirina sînorên deryayî derqanûnî ye

Qubrisê diyar kir ku pêwist e pêşniyara dewleta Tirk a dagirker û hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya diyarkirina sînorê deryayî li gorî qanûna navneteweyî be. Girêdayî wê, Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê destnîşan kir ku peymana muhtemel ku were îmzekirin ne rewa ye.

Qubris û Yewnanistan: Pêşniyara Tirkiyeyê ya nexşekirina sînorên deryayî derqanûnî ye
26 kanûn, 2024   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Qubris û Yenwnanistanê bi 2 daxuyaniyên cuda diyar kir ku lihevkirina muhtemel a di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta demkî li Sûriyeyê de ji bo nexşekirina sînorên xwe yên deryayî li Deryaya Spî derqanûnî û binpêkirina mafên serweriya Qubrisê ye.

Berdevkê hikumeta Qubrisê ji ajansa nûçeyan a Qibrisê re diyar kiribû ku pêwist e niyeta Tirkiyeyê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya nexşekirina sînorên deryayî xwe bispêrin qanûna navneteweyî, nexasim jî qanûna navneteweyî ya deryayî ku NYˋyê li ser îmze kiriye.

Berdevkê hikumetê diyar kir ku serokê Qubrisê û serokwezîrê Yewnanistanê der barê vê gavê de agahî da rêveberên Yekitiya Ewropayê û wan piştgirî ji Ewropayê jî wergirt.

Çavkaniyeke ji Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê jî diyar kir ku Sûriye niha di heyameke demkî re derbas dibe, ji bo wê jî peymaneke wiha ne rewa ye û got, "Yenwnanistan rewşê ji nêz ve dişopîne û bi Qubrisê, dewletên herêmî û Yekitiya Ewropayê re di têkiliyê de ye."

(mh/fr)