Li Çilaxa yê kantona Cizîrê civînên gel

Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî û leşkerî yên li qada Sûriyeyê civînên girseyî hatin lidarxistin. Di civînan de erkên di vê demê de dikevin ser milê gel hatin nirxandin.

Li Çilaxa yê kantona Cizîrê civînên gel
Li Çilaxa yê kantona Cizîrê civînên gel
Li Çilaxa yê kantona Cizîrê civînên gel
Li Çilaxa yê kantona Cizîrê civînên gel
26 kanûn, 2024   20:20
QAMIŞLO

Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê 2 civînên girseyî yên cuda bi eşîrên Şerabîn û Zubêd re hatin lidarxistin. Ev civîn di çarçoveya rêzecivînên ku Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî li dar dixin de pêk hatin. Di civînan de girîngî bi rêbazên avakirina Sûriyeya nû û ewle, parastina yekbûna xaka Sûriyeyê ji êrişên derve û yên dewleta Tirk a dagirker, hat dayîn.

Di civînan de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo bal kişand ser qonaxên piştî ketina rejîma Beşar Esed, rola wê rejîmê di qirkirina pêkhateyên Sûriyeyê de û sûcên ku li dijî gelê Sûriyeyê pêk anîne.

Dîbo diyar kir ku hêzên ku destwerdanê di kar û barên Sûriyeyê de dikin dixwazin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên herêmê pêk bînin, di serî de dewleta Tirk a dagirker û Îran.

Dîbo destnîşan kir ku divê dewleta Tirk li şûna Îranê hegemoniya xwe li ser welat ferz neke. Divê li hember vê yekê xebatên têkbirina wan planên dagirkeriya Tirk bên kirin.

Der barê rewşa herêmê de, Dîbo diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin. Rêveberiya Xweser jî ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê di hewldanan de ye da ku bi diyalogê hemû pirsgirêkan çareser bike.

Dîbo got ku hevgirtina gel bi destkeftiyên xwe hiştiye heta niha Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nekeve nav şerên ku bi siyasetê tên meşandin û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê werin têkbirin, ew jî bi rêya temsîlkirina hemû pêkhateyan di hêzên leşkerî û biryargehan de ye.

Şêniyên beşdar jî teqezî bi girîngiya biratiya gelan ji bo rûniştandina vê têgînê li seranserî Sûriyeyê û bidawîkirina êrişan, da.

Şêniyan diyar kir ku pêwist e her welatiyek ji şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker û aliyên din dide meşandin hişyar be û destekê bide hêzên xwe yên leşkerî û wan wekî hêmana sereke ya artêşa Sûriyeya pêşerojê bibînin.

(mh/fr)