QSD’ê şehadeta şervanekî xwe ragihand

QSD`ê nasnameya şervanê xwe Hebûn Kobanî ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê de şehîd bûbû, aşkera kir.

QSD’ê şehadeta şervanekî xwe ragihand
28 kanûn, 2024   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û  nasnameya şervanekî xwe ku 25’ê Kanûnê li herêma bendava Tişrînê şehîd bûbû, aşkera kir.

Di daxuyeniyê de heta gotin: "Şehîd Hebûn berî 7 salan tev li têkoşîna hêzên me ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û di sala 2017’an de cihê xwe di nava Hêzên Erka Xweparastinê de girt. Di sala 2020’an de tev li refên Yekîneyên Antîterorê (YAT) bû. Heval Hebûn di nava refên yekîneyan de di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ’ê û komên din ên terorîst de bi roleke girîng rabû.”

QSD`ê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Hebûn re xwest û soza berdewamkirina "berxwedan û têkoşînê heta avakirina welatekî aram û ewle" da.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê kod: Hebûn Kobanî
Nav û paşnav: Osman Umer Qewas
Navê dayikê: Rehîme
Navê bav: Umer
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanî, 1997
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 25 Kanûn 2024

(k)

ANHA