Di sala 2024’an de 457 binpêkirin li hemberê rojnamevanan hatine kirin

Li gorî Komeleya Parastina Mafê Rojnamevanan a Iraqê ragihandî di sala 2024’an de 457 binpêkirin beramberî rojnamevanên li Iraqê hatiye kirin.

Di sala 2024’an de 457 binpêkirin li hemberê rojnamevanan hatine kirin
28 kanûn, 2024   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Parastina Mafê Rojnamevanan a Iraqê bîlançoya binpêkirinên di nava salê de beramberî rojnamevanên li Iraqê hatî kirin bi daxuyaniyekê belav kir

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di sala 2024’an de 457 binpêkirin beramberî rojnamevanan giştî hatiye pêkanîn.

Hate diyarkirin ku li Herêma Kurdistanê jî 179 binpêkirin li beramberî rojnamevanan hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê li Bexda 105 binpêkirin, li sînorê Kerkûkê jî 25 binpêkirin li beramberî rojnamevanan hatiye kirin.