QSD: Li Reqayê 5 DAIŞˊî hatin girtin

TOLˊê yên QSDˊê li Reqayê li dijî şaneyeke rêxistina DAIŞˊê ya terorîst 2 operasyon pêk anîne û di encamê de şane bê bandor kir.

QSD: Li Reqayê 5 DAIŞˊî hatin girtin
17 tebax 2024   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî pêkanîna 2 operasyonên ewlehiyê li dijî şaneyeke rêxistina DAIŞˊê ya terorîst li Reqayê ji hêla Hêzên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSDˊê ve daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di 2 û 4ˊê Tebaxê de TOLˊê yên girêdayî QSDˊê 2 operasyonên ewlehiyê li dijî şaneyeke rêxistina DAIŞˊê ya terorîst li bajarê Reqayê pêk anîn.

Di her du operasyonan de 5 endamên şaneya DAIŞˊê ya terorîst hatin girtin, gelek çek, cebilxane û alavên leşkerî hatin desteserkirin. Operasyon bi ser ketin.

Şaneya ku hatiye bêbandorkirin, tankerên ku sotemenî ji bajêr re dabîn dikirin, hêz û saziyên li bajêr hedef digirtin. Şaneyê 4 êrişên terorîst li dijî tankerên sotemeniyê li ser rêya di navbera bajarên Reqa û Tebqayê de pêk anîn. Di êrişekê de ajokarê tankerekê hat qetilkirin. Her wiha li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li sûka Mezret Reşîd a li Reqayê êrişek jî hat kirin.

Hêzên me diyar dikin ku ew ê bi ser şaneyên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst de bigirin, wan ji veşartgehan derxin û bigirin.

Di her du operasyonan de ev tişt hatin desteserkirin.

2 klaşînkov

Dabanceyek

Hejmar ji guleyan."

(fr)