QSD: Îdiayên wezareta dagirker ne rast in
QSD got, îdiayên wezareta dagirker ên der barê windahiyên me de, ne rast in.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yên X (Twîtterê) weşandiye, ev agahî parve kir:
′′Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku di rojên 20 û 21’ê Cotmehê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 8 şervanên me hatine şehîdxistin. Îdiayên Wezareta dagirker di der barê windahiyên me de, ne rast in.′′
(bb)