QSD: Hikumeta Şamê lihevkirinê binpê dike

QSD’ê ragihand ku hikumeta demkî lihevkirina der barê Dêr Hafirê û Meskeneyê de binpê dike û diyar kir ku ev binpêkirin metirsiyên mezin çêdike.

QSD: Hikumeta Şamê lihevkirinê binpê dike
17 ÇILE, 2026   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyand ku hêzên hikumeta demkî peymana ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî der barê bajarên Dêr Hafir û Meskene yên rojhilatê Helebê de, binpê dikin.

Daxuyanî wiha ye:

“Hatibû lihevkirin ku piştî vekişîna hêzên me, hêzên Şamê derbasî bajarên Dêr Hafir û Meskene yê rojhilatê Helebê bibin. Lê Şamê bendên lihevkirinê binpê kirin û beriya temambûna vekişîna hêzên me, derbasî her du bajaran bûn. Ev yek rewşeke xeternak çêdike. Li ser vê yekê em bang li hêzên navneteweyî yên navbeynkarên lihevkirinê dikin ku tavilê destwerdanê bikin da ku rewş aloztir nebe.”

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî duh li ser hesabê xwe yê Xˊê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li ser bingeha bangên welatên dost û navbeynkaran, bi armanca nîşandana niyeta me ya baş ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê û pabendbûna me ji bo bicihanîna şertên peymana 10’ê Adarê, me biryar da ku hêzên xwe sibe saet 07:00’an sibehê ji herêmên li rojhilatê Helebê ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve vekişînin. Ev herêm ji 2 rojan ve di bin êrişan de ne.”

QSD’ê di çarçoveya pêkanîna biryarê de, ji herêma pevçûnan a rojhilatê Helebê vedikişe û li herêma rojhilatê Firatê bi cih dibe.

(b)