Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê talankirin, înfaz û ala dewleta Tirk

Hate ragihandin ku çeteyên hikumeta demkî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê malên şêniyan talan dikin û şêniyan înfaz dikin, di heman demê de ala dewleta Tirk li qereqolekê hatiye daliqandin.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê talankirin, înfaz û ala dewleta Tirk
17 ÇILE, 2026   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker wan perwerde dike, piştî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û koçberkirina niştecihên wan, malên şêniyan talan dikin.

Li gorî agahiyan ku şahidan dane ajansa me, çete şêniyan li qadan înfaz dikin û diyar kir ku yek ji wan ciwanekî bi navê Basil bûye.

Hate zanîn ku çeteyên hikumeta demkî li ser nuqteya berê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kolana Selahedîn û hejmarek saziyan alên Tirkiyeyê daliqandina.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihandibû ku 298 jê zarok, zêdetirî hezar û 229 kes ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê koçber bûne.

Ofîsa Kar û Barên Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nêzîkî 120 hezar kes koçber bûne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî diyar kir ku hejmara kesên ji ber êrişan winda bûne ji 500’î derbas bûye. Rêxistinê hişyarî da ku xetereyên mezin li ser jiyana sivîlan û aqûbeta windayan hene.

(b)