QSDʹê li dijî baregehên dagirkeriya Tirk 2 çalakiyên serkeftî pêk anîn

Di çarçoveya bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de QSDʹê li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker 2 çalakî kirin, di encamê de gelek leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

QSDʹê li dijî baregehên dagirkeriya Tirk 2 çalakiyên serkeftî pêk anîn
24 cotmeh, 2024   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî agahiyên pêkanîna 2 çalakiyan li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker ji hêla hêzên wan ve parve kirin.

Agahiyên berfireh wiha ne:

"Di çarçoveya bersivdana rewa li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me û pêkanîna sûcan li dijî gelê me de hêzên me 2 çalakiyên serkeftî pêk anîn. Hêzan baregehên dewleta Tirk a dagirker û nuqteyên çeteyên wê li derdora gundê Etîq El Hewa û Dawûdiyê yên Zirganê li başûrê Serêkaniyê yê dagirkirî hedef girtin. Di encamê de gelek leşkerên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn."

(fr)

ANHA