Li Qamişlo şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn

Li Qamişlo 150 şehîdên meha Cotmehê ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne bi merasîmekê hatin bîranin.

24 cotmeh, 2024   18:05
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo bîranîna 150 şehîdên meha Cotmehê ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne, li Pakrewangeha Delîl Saorxan a bajarê Qamişlo merasîmeke bîranînê li dar xist.

Merasîm bi beşdariya endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, malbatên mehîdan û gelek kesan dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî.

Cewahir Osman piştî ku bixêrhatina malbatên şehîdan û beşdaran kir, di şexsê şehîdên meha Cotmehê de şehîd Bèrîtan (Gülnaz Karataş) bi bîr anî.

Cewahir Osman diyar kir ku heqîqeta şahadetê di helwestên malbatên şehîdan de diyar dibe ku heya dawî li pey Rêber Abdullah Ocalan û li pey şehîdên xwe ne.

Cewahir Osman di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku biryardariya domandina têkoşînê bersiva herî xurt a li dijî dijmin e.

Cewahir Osman bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Erdogan hêrs û têkçûna xwe dixwaze bi çewisandina gel bibe serî. Ji ber ku di her milî de xetimîne û nikarin ji qeyrana heyî derbikevin muhtacî Rèber Apo bûne, lewma îro diçin ber lingê wî."

Cewahir Osman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku peyamên Rêber Abdullah Ocalan tên wateya ku ew li ber xwe didin û xwedan hêza çareseriyê ne.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên 150 şehîdên meha Cotmehê hatin xwendin.

Di merasîma bîranînê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên meha Cotmehê hatin hildan û dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bi can bi Xwîn Em bi te re ne Ey Şehîd" û "Bijî Serok Apo" hatin berz kirin.

Pişt re malbatên şehîdan goristanên şehîdan ziyaret kirin.

(bm)

ANHA