PYDˊê cejna Paskalayê li Partiya Asûrî û Meclisa Xabûrê pîroz kir

Şandeyek ji PYDˊê cejna Paskalayê li endamên Partiya Asûrî ya Demokratîk a Til Temirê û Meclisa Parastina Xabûrê pîroz kir, pêşdeçûnên siyasî nîqaş kirin.

PYDˊê cejna Paskalayê li Partiya Asûrî û Meclisa Xabûrê pîroz kir
PYDˊê cejna Paskalayê li Partiya Asûrî û Meclisa Xabûrê pîroz kir
PYDˊê cejna Paskalayê li Partiya Asûrî û Meclisa Xabûrê pîroz kir
PYDˊê cejna Paskalayê li Partiya Asûrî û Meclisa Xabûrê pîroz kir
PYDˊê cejna Paskalayê li Partiya Asûrî û Meclisa Xabûrê pîroz kir
PYDˊê cejna Paskalayê li Partiya Asûrî û Meclisa Xabûrê pîroz kir
PYDˊê cejna Paskalayê li Partiya Asûrî û Meclisa Xabûrê pîroz kir
PYDˊê cejna Paskalayê li Partiya Asûrî û Meclisa Xabûrê pîroz kir
6 nîsan, 2026   23:00
HESEKÊ

Şandeyek ji rêxistina Partiya yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Temirê bi boneya cejna Paskalayê serdana navenda Partiya Asûrî ya Demokratîk kir.

Serokê Partiya Asûrî ya Demokratîk Ninos Ninos, endamên sekreteriya giştî Wael Mirza û hejmarek ji kadroyên partiyê pêşwazî li şandeyê kir. Di hevdîtinê de cejna Paskalayê hat pîrozkirin.

Serdan tenê bi awayek pîrozbahî derbas nebû, lê pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê û pêşketinên lez li Rojhilata Navîn, bandorên şer li ser rewşa herêmê hatin nîqaşkirin.

Amadebûyan bal kişand ser peymana dawî ya di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de û diyar kir ku ev gav ji bo aramiyê pir girîng e û firsetên çareseriyên siyasî ku mafên tevahî pêkhateyan misoger bike xurt dike.

Şandeyê serdana navenda Meclisa Leşkerî ya Parastina Xabûrê kir, pîrozbahî pêşkêş kirin û pesna rola wan di parastina herêmê de da.

(fr)

ANHA