Piştî restorekirinê careke din ava çemê Firatê hate pompekirin

Xeta sereke ya ku ava çemê Firatê digihîne bajarê Hesekê, beriya 10 rojan xirab bûbû. Lê tîmên sererastkirinê, pirsgirêk çareser kir, boriyên şikestî temîr kirin û careke din av ji stasyona Sewrê pompeyî stasyona Ezîziye hate kirin.

Piştî restorekirinê careke din ava çemê Firatê hate pompekirin
17 cotmeh, 2024   15:21
HESEKÊ

10`ê Cotmehê stasyona Ezîziye rawestiyabû. Ji ber ku boriya xeta sereke li herêma Wasîa ya kantona Dêrazorê şikestibû.

Li ser wê, tîmên sererastkirinê yên stasyonên avê, dest bi sererastkirina boriyên şikestî kir.

Li gorî gerînendeyê stasyona Ezîziye Mehmûd Kenhûş tîmên sererastkirinê xebatên sereratkirinê bi dawî kirin û vê sibehê av ji Stasyona Sewrê pompeyî stasyona Ezîziye hate kirin.

Li gorî bernameya belavkirina avê, av digihêje taxên Xiwêran, Zihûr, Ezîziye, Telaêi, Salihiye, Miftî û beşeke taxa Xeşman. Stasyona ku avê dide stasyona bajêr, avê dide taxên Eskerî, Merşû û Sînayê. Av du rojan carekê 4-5 saetan digihêje taxên navborî.

(şx)

ANHA