Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin li Tirbespiyê kir

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li Tirbespiyê hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de hate gotin têkoşîna hevpar a gelan û hêzên demokratîk rêya mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin li Tirbespiyê kir
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin li Tirbespiyê kir
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin li Tirbespiyê kir
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin li Tirbespiyê kir
17 cotmeh, 2024   15:25
QAMIŞLO

Şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de hevdîtin li bajarê Tirbespiyê pêk anî.

Şandeyê li avahiya PYDˈê li gel kesên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine, civiya.

Endamê însiyatîfê Silêman Xanîka bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got armanca komployê şikandina îradeya gelên azadîxwaz e.

Xanîka diyar kir ku komplo hîna berdewam e û got: "Fikrê azad ê Rêbertî ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi taybet ji pirsgirêka Kurd re çareserî ye. Lê ev çareserî ne li gorî dewletên kapîtalîst e.”

Silêman Xanîka anî ziman ku armanc ji van hevdîtinan ew e ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nîqaşkirina çawaniya mezinkirina têkoşîna hevpar a gelan û hêzên demokratîk e.

Beşdaran jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dijbertiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz dike û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan banga birêxistinkirina gel dike û da zanîn ku şerê gel ê şoreşgerî rêya xilasiya gelan ji zilmê ye.

Beşdaran girîngiya têkoşînê vegotin û diyar kir ku têkoşîna hevpar a gelan û hêzên demokratîk rêya mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

(bb)

ANHA