Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliylê ku 40 meh in agahî jê nayê wergirtin parêzeran serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
27 hezîran, 2024   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ve hate kirin.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.