Peymana agirbesta Xezayê ket meryetê

Peymana agirbesta li Xezeyê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de îro ket meriyetê.

Peymana agirbesta Xezayê ket meryetê
19 ÇILE, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî şerekî dijwar ku 15 mehan dom kir, peymana agirbestê ya li Xezayê ya di navbera Hemas û Îsraîlê îro ket meriyetê. Peymana agirbestê vê sibehê saet 08.30ˈan li gorî dema herêmê û saet 06.30ˈan li gorî dema GMTˈê ket pratîkê.

Medyayên ser bi Hemasê vê sibehê ragihand ku hêzên Îsraîlê dest bi vekişînê ji herêma Refehê ya li başûrê Xezayê ber bi ber bi korîdora Philadelphiya ya li ser sînorê Misir û Xezayê kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh gotibû ku welatê wî mafê ji nû ve destpêkirina şer li Xezayê bi piştevaniya Amerîka diparêze. Her wiha soz da ku hemû rehînên ku li Filistînê hatine girtin vegerin malên wan.

Netanyahu anî ziman ku qonaxa yekem a peymanê agirbesteke demkî ye û dema wê 42 roj in  û got: "Eger em neçar bimînin ku şer ji nû ve bidin destpêkirin, em ê bi hêz bikin."

Li gorî rojnameya Haaretz a îsraîlî, Wezîrê Ewlekariya Neteweyî Itamar Ben-Gvir li dijî peymana agirbestê îstifaya xwe ji hikûmeta Benjamin Netanyahu ragihand û got: "Peyman wê destkeftiyên ji şerê li Xezayê hatin bidestxistin tune bike."

Di çarçoveya peymana agirbestê ku li gorî 3 qonaxan hatiye lihevkirin de, wê 33 rehînên îsraîlî li hemberî serbestberdana bi sedan girtiyên filistînî bêne berdan.

(bb)