Partiyên siyasî yên Kurdî: Dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyeyê re krîzê mezin dike

P.D.K.S û P.Y.D.K.Sˊê di salvegera 6ˊan a dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek da got: "Her ku dagirkirina Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve dirêj kir, krîza Sûriyeyê zêde û girêktir dibe û bi xwe re tundî û wêraniyê tîne."

Partiyên siyasî yên Kurdî: Dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyeyê re krîzê mezin dike
18 adar, 2024   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (P.D.K.S) û Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (P.Y.D.K.S) bi boneya derbasbûna 6 salan di ser dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bi hatina 18ˊê Adarê re, êrişa dewleta Tirk li dijî herêma Efrînê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî 6 sal derbas kirin. Di wê êrişê de tevahî çekên bejahî û asîmanî bi alîkariya çeteyên xwe ji tevahî muxaleftên çekdar ên îslamî bi alîkariya ragihandin û siyasetê ji hêla ˊÎtîlafa hêzên şoreşê û muxalefetêˊ tevî bangkirina di zêdetirî 90 hezar mizgeftan de ji bo bersivdana banga serokê Tirkiyeyê ya duaya vekirina Efrînê, hatin bikaranîn. Xîtaba olî ji bo armancên siyasî yên dijminane yên firehkirina xakên xeynî xwe bi kar anîn. Beriya wê jî lihevkirinên navneteweyî-herêmî bi aliyê Tirkiyeyê re li ser hesabê yekitiya xaka Sûriyeyê û serweriya wî pêk hatin, pîvan, qanûnên navneteweyî û parastina sivîlan di ber çavan re negirtin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, ji dema dagirkirina Efrînê û rakirina ala Tirkiyeyê li herêmê ve, bi sedan şêniyên Kurd  bi darê zorê û bi awayekî nijadperestî hatin koçberkirin, da ku demografiya herêmê bi rêya ferzkirina endazyartiya bicihkirina yekîneyên niştecibûnê dûrî xwezaya civakî, dîrokî, zimanî û çandî biguherin. Hîna tevahî sûc û binpêkirinên pêk tên, pere tên ferzkirin, mal û milên şêniyan tên desteserkirin, bi awayekî keyfî welatî tên revandin û girtin, îşkence lê tên kirin û qetilkirin. Her wiha deriyê xebatê li pêş welatiyan tên girtin ku koçber bibin. Li kêlek wê jî bernameya tirkkirinê û belavkirian fikra ola tundraw dewam dike, daristan tên rakirin, girtîgehên aşkera û nepenî zêde dibin, welatiyên nexweş di girtîgehê de di ber çavan re nagirin. Milîs di nava hev de ji bo dizîna mal û milkên welatiyan di pêşbirkê de ne. Ev hemû li pêş çavên dewleta Tirk bi beşên xwe yên sivîl û leşkerî pêk tên. Ruxmî van hemû kiryaran dibêjin ev herêma hatiye rizgarkirin û ewle ye, her ku dagirkeriya Tirk û alîgirên wê ji Efrîn û xakên din ên Sûriyeyê re dirêj kir, her ku krîza Sûriyeyê girêktir dibe û bi xwe re tund û wêraniyê tîne.

(fr)