Ji Helebê peyam: Hilbijêra berxwedan e û vegera me nêz e

Koçberên Efrînê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku piştî dagirkerî û çeteyan têk bibin vegera wan tevahî hêzên wan ên leşkerî bo Efrînê nêz e.

18 adar, 2024   16:26
HELEB

Di salvegera 6ˊan a dagirkirina Efrînê de bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şermezarkirina berdewama dagirkeriya Tirk ji Efrûnê re û sûcên wê meşek li dar xist û bêdengiya navneteweyî li hember van sûcan rexne kir.

Şêniyan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û Ehmed Xalid Mamo, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên ˊNa ji dagirkeriya Tirk reˊ, ˊNa ji êrişên Tirkiyeyê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê reˊ, ˊNa ji dagirkirina Efrînê reˊ,ˊEfrîn rûmeta me ye, em biparêzinˊ ûˊLi dijî dagirkeriya Tirk serî hildin û ji tevahî xaka Sûriyeyê derxinˊ hildan.

 Di pêşiya meşê de ciwanan navên Efrînê ku ji çiqilên zeytûnê çêkirine, hildan.

Meş li kolanên sereke tevî siloganên ˊŞehîd namirinˊ, ˊBijî Berxwedana Serdemêˊ, ˊŞehîd Ehmed Xalid di dilên me de yeˊ, ˊBê Efrîn jiyana nabeˊ û ˊBê serok jiyan nabeˊ geriya.

Li qada Cebanat a beşa rojhilat a taxa Şêxmeqûsdê ya Helebê meş vegerî mîtîngê. Li wir koçber Behcet Ebdo axivî û şehîdên Berxwdana Serdemê bi bîr anîn.

Ebdo wiha domand: "Dewleta Tirk ne bi tenê bû, Rûsya û Îranê jî Efrîn dagir kir. Bêdengiya navnetewyî li ser kiryarên dagirkeriyê erêkirina dagirkirinê bû. Tevahî dewletan bi bêdengiya xwe xaka me dagir kirin."

Ebdo wiha anî ziman: "Em reşahiya li ser herêmên me rakin û aştiyê lê vegerînin. Em dagirkeriyê têk bibin û bi serbilindî tevî hêzên xwe yên leşkerî (HRE) vegerin."

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih El Kurdî girîngî da sûcên li Efrînê dibin û bang li NYˊyê û hêzên demokratîk ku berpirsiyariya xwe rakin û dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û vegereke ewle ji efrîniyan re misoger bikin.

(fr)

ANHA