Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer dike

Hevserokên Meclisa Kantona Tebqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kirin ku hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê dagirkerî ye û gotin: ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û sûcên wê divê hêzên navneteweyî zextê bikin.”

Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer dike
1 sibat, 2025   09:43
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Hevserokên Meclisa Kantona Tebqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê der barê êriş û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tine de ji ajansa me re axivin.

Hevserokê Meclisa Tebqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ehmed El Xelef bi bîr xist ku ji dema ketina rejîma Baasê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin sûdê ji rewşa tevlihev werbigirin û bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

Ehmed El Xelef da zanîn ku "armanca dewleta ji êrişan dagirkirin û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e ku ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye."

Ehmed El Xelef destnîşan kir ku dewleta Tirk bi armanca şikandina berxwedana wan sûcan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha dom da axaftina xwe "dewşeta tirk a dagirker rojane komkujiyan dike herê dawî li Sirînê bû ku di encamê de 12 kes şehîd bûn, li Kobanê jî komkujiyek kir û 6 kes şehîd xistin û li Zirganê jî 3 kes qetil kirin. Ev êriş û komkujî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê nîşan didin."

El Xelef êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê dagirkerî ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Pêkanîna komkujiyan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer in.

 Di esas de hebûna dagirkeriya Tirk û destwerdana wê ya di axa Sûriyeyê de binpêkirin e û li dijî qanûnên navneteweyî ye. Dewleta Tirk hewl dide şêniyan bitirsîne û berxwedana wan bişkîne.

Divê civaka navneteweyî ji bo rawestandina sûcên dagirkeran û derxistina wan a ji erdê me zextê bikin."

’TU KES NIKARE ÎRADEYA ME BIŞKÎNE’

Ehmed El Xelef bal kişand ser berxwedana gel jî û got: " Dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya me bişkîne. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana xwe peyamek da dewleta Tirk a dagirker ku azadî û rûmeta gelan ji sûcên wê mezintir in.”

Hevseroka Meclisa Kantona Tebqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Barîn Mamo jî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker rasterast welatiyan dike hedef  û herê dawî jî li bajarê Sirînê komkujiyek kir û di encamê de hejmarek jin û zarok bûn qurbanî.

Barîn Mamo got: "Sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe. Em bang li civata navneteweyî dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwedî helwest bin."

Barîn Mamo bal kişand li ser hesab ji dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “ger ji dewleta tirk hesab neyê pirsîn dê sûcên xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomîneû gelan qir bikin û wan bêdeng bikin, lê gel bi berxwedanê dengê xwe hildide.

Hevseroka Meclisa Kantona Tebqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Barîn Mamo bal kişand ser fedakariyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane jî wiha dawî li axaftina xwe anî "Ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayîna ked û fedakariyê tiştekî nû nine. Wê sûcên dewleta Tirk gelê herêmê yê li ser şopa şehîdan dimeşe û berxwedanê dike, neşkîne."

(bb)

ANHA