Êrişên li ser derdora Bendava Tirşînê didomin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin.

Êrişên li ser derdora Bendava Tirşînê didomin
1 sibat, 2025   09:13
BENDAVA TIŞRÎN

Êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, artêşa dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran topbaran dikin.

Nûçegihanan diyar kir ku balafireke xwekujî xwe li ser bendavê teqand, lê zerar çênebûn.

Di saetên barbangê de jî bi balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek gundên derdora bendavê bombebebaran kirin.

(bb)