Parêzgarê Hesekê: Divê bilez beşên zimhêrê werin aktîvkirin

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bernameya “Nanê Baştir” a ku ji aliyê Gerînendetiya Bazirganiya Navxweyî û Parastina Xerîdaran ve hatiye destpêkirin nirxand.

Parêzgarê Hesekê: Divê bilez beşên zimhêrê werin aktîvkirin
26 tebax, 2026   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed bi Gerînendeyê Bazirganiya Navxweyî û Parastina Xerîdanan Dr. Şewqî Mihemed re civiya, li pêşkêşiyeke wî ya der barê pêkhatên bernameya “nanê baştir” de guhdarî kir. Ev bername têkildarî ji nû ve avakirin, başkirina binesazî û bilindkirina karîgeriya xebitandinê ye û di pêşxistina proseya hilberînê û bidestxistina nanê bi kalîteya bilindtir de dibe alîkar.

Parêzgar piştgiriya xwe ji bo bernameyê û pêwîstiya berdewama hewldanên ji bo başkirina kalîteya nan û bilindkirina asta xizmetên ku ji welatiyan re têne peydakirin nîşan da.

Parêzgar diyar kir ku divê di demeke bilez de beşên zimhêrê werin aktîvkirin da ku sûk werin kontrolkirin, çavdêrî Ii tevgera made û kel û pelan were xurtkirin û di parastina mafên xerîdaran û başkirina rewşa zimhêrê ya li parêzgehê de bibe alîkar.

(f)