Cenazeyê Pêşîmam Hesen li goristana Diyarê Felekîê hat veşartin

Cenazeyê kesayetiya olî ya Êzîdî, Pêşîmam Hesen, bi beşdariya endamên civaka Êzîdî û şêniyên bajarê Tirsbespiyê li goristana Diyarê Felekê ya li gundê Otilca, li gundewarê Tirbespiyê, hate veşartin.

Cenazeyê Pêşîmam Hesen li goristana Diyarê Felekîê hat veşartin
Cenazeyê Pêşîmam Hesen li goristana Diyarê Felekîê hat veşartin
Cenazeyê Pêşîmam Hesen li goristana Diyarê Felekîê hat veşartin
Cenazeyê Pêşîmam Hesen li goristana Diyarê Felekîê hat veşartin
Cenazeyê Pêşîmam Hesen li goristana Diyarê Felekîê hat veşartin
Cenazeyê Pêşîmam Hesen li goristana Diyarê Felekîê hat veşartin
Cenazeyê Pêşîmam Hesen li goristana Diyarê Felekîê hat veşartin
26 tebax, 2026   15:53
QAMIŞLO

Îro, cenazeyê kesayetiya olî ya Êzîdî, Pêşîmam Hesen, bi beşdariya endamên civaka Êzîdî û şêniyên Tirbespiyê û derdora wê, li goristana Diyarê Felekê ya li gundê Otilca, li gundewarê Tirbespiyê yê herêma Cizîrê, hate veşartin. Pêşîmam Hesen di 21`ê Tebaxê de li Hanover, Almanya, di 96 saliya xwe de koça dawî kir.

Pêşîmam Hesen, kurê Pêşem Silêman, di sala 1926`an de li devera Guhbel a Şingalê ya başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Zarokatî û xortaniya xwe li gundê Til Xatûn ê nêzîkî Tirbespiyê derbas kir, li wir di nav civak û eşîra xwe de mezin bû û di dawiyê de bû kesayetiyek olî û civakî ya navdar li herêmê.