Parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê careke din serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, careke din serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê careke din serlêdan kir
30 kanûn, 2024   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk û Mazlûm Dînç ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir.

Parêzerên ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da, her wiha xwest girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin.