Dagirkeran li Eyn Îsayê êrişî stasyona avê kir

Artêşa Tirk a dagirker stasyona ava vexwarinê ya li gundê Fatsa yê  li rojhilatê bajarê Eyn Îsayê topbaran kir.

Dagirkeran li Eyn Îsayê êrişî stasyona avê kir
30 kanûn, 2024   14:13
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker bi top û çekên giran stasyona ava vexwarinê ya li gundê Fatsa yê li rojhilatê bajarê Eyn Îsayê topbaran kir.

Der barê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistsin.

Nêzî 30 deqe berê jî gundên Xalidiye, Hoşan û Mûşerfa yên Eyn Îsayê jî ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.

(bb)