Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Ji 25'ê Adara 2021'ê tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzer ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê heta niha tu bersivê nikarin werbigirin.
12 salên dawî de tenê 5 caran parêzeran karîbûn Rêber Abdullah Ocalan bibînin. Hevdîtina dawî ya parêzeran di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hat.